NûçeIraqRojhilatanavin

Danûstandinên Kurdên Iraqê derbarê namzedê serokomariyê de

Endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê ya Iraqê (PDK) ragihand, tevî berdewamiya danûstandinên wê ligel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), heta niha ti rêkeftin li ser namzedê serokomariyê nehatiye kirin.

Hilbijartina pêşwext a parlemana Iraqê di 10ê Cotmeha 2021ê de hat lidarxistin, lê tevî ku 11 meh bi ser wê bûyerê re derbas bûne, girûp û partî û aliyên siyasî yên parlemanê ji ber nakokiyên siyasî nekarîn hikûmeta nû pêk bînin.

Li gor malpera Bexda Al-Yawm; Endamê PDKê Salih Omer ragihand: Gotûbêjên vê partiyê û YNKê derbarê berbijêrê serokomariyê de berdewam in.

Salih Omer her wiha got: Di hilbijartina namzedê serokomariyê de ti pirsgirêk dernakeve û Kurd bi xwe jî li ser wê yekê dê li hev bikin û di heyama niha de mijara herî girîng çareserkirina qeyrana siyasî ya welat e.

Li gorî vê raporê, gotegot hatine belavkirin ku her du partiyên navborî li ser ragihandina namzedekî bo posta serokomariyê li hev kirine.

Hêjayî gotinê ye piştî ku proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê piştî hilbijartinên Cotmeha 2021ê bê encam ma, vê dawiyê Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî wek berbijarê serokwezîriyê destnîşan kir.

Tevgera Sedir a Iraqê li dijî vê bijardeyê derket û di encamê de welat kete qonaxeke nû ya aloziya siyasî.

Başa dön tuşu