CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Dengê berwext ê Dîwana navneteweyî ya dadweriyê, pênagava yekim a serketina Îranê li çarçova huqûqî hemberî Emerîkayê ye

Dîwana navneteweyî ya dadweriyê, tevî piştrastkirina hêjatiya xwe bona hilkolandina şikata Îranê ji Emerîkayê, Waşengtin erkdar kir ku bila sînor û berbendên li dij mirovhezî û hewageriya Îranê heya dema dayîna dengê dawiyê ji holê rake.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Dîwana navneteweyî ya dadweriyê roja çarşemê bona raghandina  dengê xwe yê berwext li bara daxwaziyên Îranê têkildarî peymana hevaltiyê bi Emerîkayê re civîn li dar xist.

Ebdulqewî Yûsif, serokê  Dîwana navneteweyî ya dadweriyê tevî venêhrîna  pêvajoya bidestxistina  hevhatina  navokî ya Îranê û pişt re derketina Emerîkayê ji vê hevhatinê ser fermana  Donald Trump serokomarê vî welatî û vegerandina  boykotên  yekalî dijî Îranê got: Li gorî peymana hevaltiyê ya 1955` an navbera Îran û Emerîkayê ger her du welat pirsgirêka wan bi hev re hebe û ev pisgirêka ji riya dîplomatîk neyê çareserkirin dikarin herin Dîwana navneteweyî ya dadweriyê û li warê hevhatina navokî her du şert hene, loma dîwan ser vê bawerê ye ku  hêjatiya  hilkolandina  vê dosiyê heye.

Yûsif destîşan kir: Biryara  Emerîkayê ya dereketina ji hevhatina navokî ya Îranê û  dubare cihanîna  pişkek ji berbend û boykotan ji wan  îbtalkirina  îzna  derkirîna ji Îranê û danûstandinên  aborî bi vî welatî re  dikare  wek bisînorkirina mafên  Îranê li peymana  hevaltiyê were hesabê.

Yûsif îstidlala Îranê qebûl kir û raghand  ku boykotên  Emerîka li dijî Îranê dikare  xisarên  giran hebe û divê  bi awayekî demkî  hin pêngav bên rakin.

Yûsf gotinên  devkî yên nûnerên  Emerîka  li bara vê yekê ku Waşengton hewl dide boykot bandorên neyînî yên  însanî ser Îranê tinebin, got ku eva têrê nake.

Piştî derketina Emerîkayê ji rêketina navokî û vegerandina  boykotên  navokî yên vî welatî li dijî Îranê,Têhranê li dîwana navneteweyî ya dadweriyê li dijî Emerîkayê doz vekir.

Başa dön tuşu