CîhanEwropaNûçe

Dewama tepeserkirina Êlegzeran li Fransayê

Xwenîşandana Êlegzeran li Fransayê di sîyemîn hefteya bidûhev da veguherî şîdet û pevçûnê.

Hêzên Polîs ên Fransayê duh êrişî xwenîşandana Êlegzeran li deverên curbicur ên vî welatî ji wan li şarê Monpolîyê li başûra vî welatî kirin û bi kêzm, gaza rondikîner û maşînên pekandina avê ew tepeser kirin.

Polîsan herwiha hejmarek xwenîşander girtin.

Nerazîtiyên dijî dewletê li Frasnayê ji roja 17ê Mijdarê va bi xwenîşandana dijî zêdekirna bac û xeraca li ser ardûyê dest pê bûn. Li van xwenîşandanan heta niha 10 kes hatine kuştin û 43 hezar ji wan 222 hêzên ewlehiya Fransayê birîndar bûne û nîzikî 4 hezar û 341 kes jî hatine girtin.

Mecron di Nîsana sala 2019`ê da bi armanca kontrolkirina nerazîbûnan basa tivdîrên wek kêmkirina sermalîyê kir lê xwenîşandan hela jî didomin û nerazî dixwazin ku Serokomar ji posta xwe wêda here.

Ligorî encama rapirsîya ku vê dawîyê Navenda Odoxa`yê jibo Radyoya Francayê û Rojnama Lofigaroyê li dar xistîye, sê ji çarê fransîyan ji karên mecron ne razî ne.

Başa dön tuşu