CîhanNûçeRojhilatanavin

Di 24 saetên dawîn da 941 kes ji ber Kovîd-19 ê mirin

Li Hindistanê ji ber şewba Vîrûsa Koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn (heta 17ê Tebaxê) da 941 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn (heta 17ê Tebaxê) da bi mirina 941 kesan va hejmara miriyan derket 50 hezar û 921an.

Li welêt di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyan 57 hezar û 981 kes zêde bû û derkete 2 milyon û 647 hezar û 663yan.

Li welêt hetanî niha milyonek û 919 hezar û 842 kes ji vîrusê xilas bûn.

Başa dön tuşu