EfrîqaNûçe

Di navbera hêzên Ugandayê û Rwenzûrûrûyê de şer: 54 kuştî

Berdevkê Ewlekariyê Felîx Kaweesî ji rojnamevanan re axivî û ragihand ku di navbera Hêzên Ewlekariya Ugandayê û hêzên çekdarên girêdayê Charles Wesley Mumbere Qralê herêma Rwenzûrûrûyê ya xweser de şer derketiye û di encamê de 13 ji wan polês 54 kes jiyana xwe ji dest dane, 4 leşker jî birîndar bûne.

Berdevkê Hikûmetê Şaban Bantarîza eşkere kir ku piştî êrişa xala polêsan ya li Kaseseyê ya paytexta Qraliyetê hêzên ewlekariyê ji bo desteserkirina parazwanên qraliyete operasyon dane destpêkirin. Mumber û alîgirên wî dixwazin Qraliyeta Rwenzûrûrûyç ji Ugandayê cihê bibin û bi navê Yîîrayê pere jî derxistine. Herwiha Mumbereyê destnîşan kir ku eleqeya wî bi êrişan tine ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu