IraqNûçeRojhilatanavin

Di qonaxa yekem a operasyonê de 140 hezar kes koçber bûn

Wezîrê koç û koçberiyê yê Iraqê hejmara dawiyê ya penaberên Mûsilê aşkere kir û ragihand ku ew pêşbînî dikin di qonaxa duyem a operasyona kontrolkirina Mûsilê de bi qasî hejmara qonaxa yekem xelk koçber bibe.

Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Iraqê Derbaz Mihemed, ji Rûdawê re ragihand ku heya niha hejmara penaberên Mûsilê ya piştî operasyona kontrolkirina Mûsilê 140 hezar bûye û ew pêşbînî jî dikin ku di qonaxa duyem a operasyonê de jî bi qasî wê hejmarê xelk koçber bibe.

Her wiha Derbaz Mihemed ragihand ku ew weke wezaret hemû amadekariyên xwe ji bo pêşwazîkirina penaberan kiriye, di nava 24 demjimêran de wê hemû pêdiviyên wan bêne dabînkirin, lê ew nizanin ka şerê Mûsilê ji çend qonaxan pêk tê û herwiha ew nizanin tevî penaberên Telaferê, hejmara giştî koçberan bibe çend kes.

Operasyona kontrolkirina Mûsilê ev 73 roj e dest pê kiriye û heya niha artêşa Iraqê 46 tax li rojhilatê Mûsilê bi temamî kontrol kirine.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu