EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Di sala 2017an de li Afganistanê 3 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest dayê

Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku di êrişên xwekujî yên sala 2017an de li seranserê Afganistanê 3 hezar û 438 kesî jiyana xwe ji dest da, 7 hezar û 15 kes jî birîndar bûn.

Di nava kesên kuştî de 359 jin û 861 yek jî zarok hene. Li gor daxuyaniyê ji sedî 42 êrişan ji aliyê Talîbanê, ji sedî 10 DAIŞ, ji sedî 16 hikûmet, ji sedî 2 hêzên biyanî û êrişên mayîn jî ji aliyê rêxistinên terorî yên din ve hat kirin.

Li gor daxuyaniya NY, herî zêde kuştina sivîlan Kabîla paytext di serî de li Ferah, Helmand, Kunduz û Uruzganê pêk hatin. Li gor sala 2016an di sala 2017an de ji sedî 7 êrişên xwekujî zêdetir bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu