IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hemahengiyeke baş heye

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku ev cara yekemîn e Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi hev re şerê DAIŞê dikin û di navbera wan de hemahengiyeke baş heye û got divê ev hemahengiya di navbera wan de di warê pirsên din de jî berdewam bike.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê beşdarî 5emîn Dîdara Silêmaniyê bû û got divê artêşa Iraqê, artêşa hemû pêkhateyên Iraqê be. Ebadî diyar kir ku Şîa, Kurd, Sunnî û pêkhateyên din ên Iraqê li Mûsilê beşdarî şerê dijî DAIŞê bûn û got di warê leşkeriyê de hêzên me yên cengawer hene û xwe dikin qurbanî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu