IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Opêrasyona azadkirina Felûcê bi heman hêz û şiyana destpêkê didome

Li gorî rapora ajansa nûçan a Someriye News`ê, heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê li civîna kabîna vî welatî got: DAIŞ li hemberî êrişên hêzên iraqî yên qareman li halê têkçûnê ye û opêrasyona azadkirina Felûcê bi hêz û viyana destpêkê li gorî planê didome.

Ebadî her wiha got: 2 komîte jibo hilkolandina beşa insanî û parastina sivîlên aware yên Felûcê jibo lêkolîna li bara idiayên têkildarî awareyan û hewldana jbo lezgînkirina hilkolandinên ewlehiyê û dabînkirina hewcedariyên malbatên aware û pêwîstiyên vegerandina istiqrar û aramiyê pêk hatine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu