IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Şerê dijî DAIŞ`ê mijara sereke ya hêzên iraqî ye

Serokwezîrê Iraqê şerê li dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê wek mijara sereke ya hêzên iraqî da zanîn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî roja pêncşemiyê, 14`ê Tîrmeha 2016`an, li hevdîtina ligel fermandarên leşkerî, tevî hilkolandina guhertinên ewlehiyê li nav welêt, got: Nabe ku tiştek ji bilî şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê bibe kêşe û gengeşeya hêzên çekdar.

Fermandarên iraqî jî li vê hevdîtinê li ser sekinîna li hemberî her cûre rahiştina çekê ji aliyê kesên derveyî qanûnê li Bexda û parêzgehên din ên Iraqê pêgirî kirin.

Hêzên artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê di rewşa amadetiya ji bo destpêkirina opêrasiyona dawiyê ya azadkirina parêzgeha Nêynewayê bi naventiya Mûsilê ji bin kontrola çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ne.

Berî viya hêzên artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê bi hevkariya hev bajarê stratijîk û girîng ê Felûcê li rojavaya vî welatî li opêrasiyonekê ku zêdetir ji mehekê dirêj bû, azad kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu