IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî xwest ku berjewendiyên Iraqê werin parastin û hevhatina siyasî pêk were

Serokwezîrê Iraqê xwest ku li vî welatî hevhatineka siyasî pêk were ku berjewendiyên Iraqê û welatiyan biparêze.

Li gorî rapora ISNA`yê, Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê li rêûrisma roja Şehîdan li vî welatî got: Iraq ji serok û pêşengên şerrê dijî terorîsmê li asta cîhanê ye ji ber ku iraqiyan serketineka mezin bi şikestdayîna terorîsma DAIŞ`ê pêk anîn. Em nikarin evê serketinê bêyî yekbûnê biparêzin.

Wî herwiha got: Em alîgirê hevhatina siyasî ne ku berjewendiyên welêt û welatiyan biparêze. Em hevhatineka siyasî naxwazin ku ku bikeve bin bandora pûendayîna li partî û hin aliyan. Pêkhatina pirsgirêkan û têkçûna hevhatinên siyasî yên berê ji ber parastina pûenan bûne.

Ebadî pêgîrî kir: Em pirrhejmariya siyasî dixwazin helbet eger mebesta ji vê pirrhejmarbûna siyasî, eva be ku me welateke bihêz hebe, welatek ku bikaribe armancên welatiyên cih bîne. Em evê pirrhejmariya siyasî naxwazin ku aliyê din wêde bide û bikeve bin bandora pûenên komkî.

Başa dön tuşu