ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Elî Fedewî: Niha bi dehan hezar hêza Hizbullaha Lubnanê li derdora sînorên Rejîma Siyonîstî de ne

Alîkarê hevahengkirê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî got: Mudaxila nû ya Emerîkayê bûye sedema hevdiliya zêdetir navbera Sipahê Pasdarên Inqilabê û dezgehên din li Îranê.

 Li gorî rapora IRNA`yê,  serdar sertîp pasdar Elî Fedewî, îro duşemiyê li civîna li Têhranê got: Wezîrê karên derve yê Emerîkayê di eynî lawazî û di dewama dijminatiyên xwe yên nû ji ber firîna rasterast a balefira Îranê bo Venzuelayê hêrs bûye ku ev yeka ji ber hêz û qaweta Komara Îslamî ya Îranê ye.

 Serdar Fedewî her wiha got:  Îro rojê piraniya welatên biçûk jî dijberê Emerîkayê ne û li civakên navneteweyî dengê Na didin Emerîkayê.

 Alîkarê hevahengkirê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî destnîşan kir: Niha bi dehan hezar hêza Hizbullaha Lubnanê li derdora sînorên  Rejîma Siyonîstî de ne û emerîkî tu carî vê yekê qebûl nakin.

Başa dön tuşu