ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Emîrebdulahîyan: Têrorîst û piştgirên wan bi dû perçekirina Iraq û Sûrîyê ne

Hisên Emîrebdulahîyan şeva buhurî li hevdîtina digel Feysel Miqdad alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê ku li Têhranê pêk hat, xetera perçekirina navçê xetereke cidî zanî û got: Amerîka û Rêjîma Sîyonîst hewl didin kurdan li Iraq û Sûrîyê ji bo bidestxistina armancên xwe bi kar bînin.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karên navnetewî herwiha got: Komara Islamî ya Îranê yê bi awayekî xurt piştgirîya ji gel û dewletên Iraq û Sûrîyê di warê têkoşîna dijî têrorîsmê û parastina tifaqa netewî û yekperçetîya axa van welatana de bidomîne.

Feysel Miqdad jî li vê hevdîtinê qedrê Komara Islamî ya Îranê ji ber piştgirîya ji dewlet û gelê Sûrîyê li şerê dijî komên têrorîst girt û got: Amerîka û Rêjîma Sîyonîst berpirsê wêrankirin, kuştin û awarebûna gelê Sûrîyê ne.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê bal kişand ser derewên Amerîkayê û mêdyayên rojavayî têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Sûrîyê ve û got ku Amerîka bi vê tawanbarkirinê hewl dide derfeta destwerdana li karên navxweyî yên Sûrîyê bike derfeteke ertimî.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê çarşemê bi merema hevdîtin û gotpbêja digel rayedarên Komara Islamî ya Îranê û herwiha pişkdarîya li civîna komîteya sîyasî ya hevpar a her du welatan giheşte Têhranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu