NûçeRojhilatanavinYemen

Ensarullahê hişiyarî da Amerîkayê

Tevgera Ensarullaha Yemenê li bara êrîşên Amerîkayê li ser axa Yemenê hişiyarî da wî welatî.

Tevgera Ensarullaha Yemenê li bara êrîşên Amerîkayê li ser axa Yemenê hişiyarî da wî welatî.

Li gorî rapora Reuters`ê, Hişiyariya Ensarullahê roja pêncşemiyê, 13`ê Cotmeha 2016`an, li pey kewkîkirina mûşekên Krozê yên Amerîkayê ber bi saytên radara peraviya Ensarullahê li Yemenê hat pêk hat.

Li vî halî, Şeref Luqman berdevkê artêşa Yemenê êrîşa rasterast a Amerîkayê li ser axa wî welatî şermezar kir.

Luqmên her viha got: Hêzên Ensarullahê Papora amerîkî nedane ber êrîşan.

Ensarullaha Yemenê jî saetek berî viya îdiaya Amerîkayê li bara êrîşa li ser vê paporê red kir.

Amerîkayê bi mehneya êrîşa hêzên Ensarullahê li ser paporeke amerîkî li Deryaya Sor saytên radarî yên bin kontrola Ensarullahê li peravên Yemenê dane ber mûşekên Krozê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu