ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Erebistan li xwe mukur hat ku li êrîşa ser Yemenê bi Rejîma Siyonîst va hevkariyê dike

Çavkaniyên mêdyayî tevî amajeya bi beşdariya eşkere ya artêşa Rêjîma Siyonîst li şerê Yemenê û bombarana Teezê desnîşan kirin ku Riyazê îtiraf kiriye ku ji bo serkutkirina serhildêrên Yemenê hewcedarê hêzên artêşa Îsraîlê ne.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya Al-Alamê ji zarê malpera Liberty Fighters`a Inglîsê, Ehmed El Esîrî berdevkê wezareta berevaniyê ya Erebistana Siûdiyê ragihandiye ku Iskadraneke artêşa Îsraîlê bi êrîşa li ser navendeke perwerdehiyê ya koma Ensarullahê li parêzgeha Teeza Yemenê, yekem opêarsiyona xwe cih aniye.

Li gorî vê raporê, El Esîrî hêvî kirye ku hevkariya artêşa Îsraîlê tev Erebistanê bê domandin û rûpeleke nû li peywendiyên welatên erebî û Îsraîlê bê vekirin.

Rêjîma Siyonîst ne tenê bi dagirkeriya xwe hokara sereke ya qeyranê li Rojhilata Navînê û berbenda lis er rêya pêkanîna aştî û ewlehiyê li navçeyê ye; Belkî bi girtina rêya leşkeriyê li ber xwe bi taybet li warê berhemanîna çekên navokî û kîmyewî, di rastiyê da ewlehiya cehanî jî xistiye ber xeterê.

Rêjîma Alê Siûd bi alîkariya Amerîka û welatên rojavayî ji meha Adara sala 2015`an va bi mehneya vegerandina Ebde Rebbeh Mensûr Hadî, serokomarê istîfakirî yê Yemenê bo ser desthilatê, êrîşaên xwe li ser vî welatî dest pê kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu