ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Erebistana Siûdî bi 500 milyar dolarî bajarekî nû ava dike

Prensê Welîaht yê Erebistana Siûdî Muhamed Bin Selman, diyarkir ku dê li peravê Behra Sor mega bajarekî ava bikin. Ji bo bajarê ku bi Misir û Urdunê ve jî girêdana wî dê hebe, 500 milyar dolar fon ahte veqetandin.

Bîn Selmanê ku li Riyada payîtexta Siûdî di konferanseke navneteweyî de axifî diyar kir ku dê asta ewil a projeyê di sala 2025an de biqede. Projeya ku Bin Selman ragihandiye perçeyek ji vîzyona Erebistan Siûdiyeke ku dixwaze dahatê xwe ji bilî petrolê jî bi dest bixe.

Bajarê ku navê NEOM lê hatiye kirin û dê li ser 26 hezar û 500 kîlometreçarçikî û dê li kendava Akabe li dereke nêzî Qenala Suveyşê û rêyên bazirganiya bahrî were avakirin. Tê payin ku dê ev bajarê nû li ser pîşesaziyên wekî enerjî, av, bîyoteknolojî, xworek, hilberîna berz û şahîyê bisekine. Fona Raya Giştî ya Razemeniyê ya Erebistana Siûdî da zanîn ku dê li bajêr tenê enerjiyên ba û rojê werin bikaranîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu