ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa balafirên bêpîlot ên Yemenê ser balafirgeha Ebhaya Erebistanê

Yekîneya balafirên bêpîlot a Artêş û Komîteyên Gel ên Yemenê şeva borî balafirgeha Ebhayê li başûra Erebistanê bombebaran kir.

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê Yehya Serie got: Yekîneya balafirên bêpîlot  ya cureya Qasif-K2 ya Artêş û Komîteyên Gel ên Yemenê di bersiva cinayetên Hevpeymaniya Siûdî de operasiyoneke berfire li dijî Rejîma Siûdî daye despêkirin ku bombebarankirina balafirgeha Ebhayê li başûra Erebistanê jî di vê çarçovê de ye.

Wî herwiha diyar kir ku di encama vê operasiyonê de rabûn û rûniştina balafiran li balafirgeha Ebhayê hatiye rawestandin.

Yehya Serie herwiha got heya dema ku cinayetên Hevpeymaniya Siûdî li dijî gelê Yemenê berdewam dike Yekîneyên Artêş û Komîteyên Gel ên Yemenê heqê xwe dizanin bi şidet bersiva vê hevpeymaniyê bide.

Balafirgehên Cîzan û Ebhayê li Erebistanê van hefteyên borî bi caran ji aliyê balafirên bêpîlot ên Yemenê û topxane û yekîneya mûşekî ya vî welatî ketine ber êrişan û xisrên giran dîtine.

Başa dön tuşu