NûçeRojhilatanavin

Êrişa balafirên Erebistanê ser Yemenê

Balafirên hevalbendîya ereb a bin fermandetîya Erebistanê de 17 caran êrişî deverên curbicur ên Yemenê kirin.

Çavkanîyekî leşkerî li wezareta berevanîyê ya Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê ragihand ku balafirên cengê yên hêzên hevalbendîya ereb di bin fermana Erebistanê de duh 17 carî êrişî parêzgehên Hece, Teiz, Hudeyde û Lehicê kirin.

Ajansa nûçan a Sputnikê jî ragihand ku balafirên cengê yên Erebistanê 6 caran êrişî bajarên Herez, Ebes û Mîdîyê yên parêzgeha Hecê kirin.

Li gorî vê raporê, balafirên cengê yên Erebistanê duh 5 caran jî êrişî bereya başûra kempa istiratêjîk a Xalid Ibnê Welîd li bajarê Muwezê li parêzgeha Teizê kirin.

Devera Qutabê li bajarê Xoxê û pişka rojhilata bajarê Heysê li parêzgeha Hudeydê li rojavaya Yemenê jî sê caran ji hêla balafirên cengê yên Erebistanê va hatin bombebarankirinê.

Balafirên cengê yên Erebistanê duh sê caran jî gundê Hemale li derdora şarê Qubeytê li parêzgeha Hecê li başûra Yemenê dan ber bombeyan.

Başa dön tuşu