NûçeRojhilatanavinSûriye

Esad: Tirkiye nahêle ku em sînorên xwe kontrol bikin

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad diyar kir ku li Sûriyeyê dijberên nerme nînin û ew bêhtir terorîst in. Herwiha îdia kir ku Tirkiye nahêle ew sînorê xwe kontrol bike ji ber vê yekê jî derbarê terorîstên ku ji ser sînor derbas dibin ne xwedî agahiyên baş in.

Esad di gotûbêja xwe ya bi rojnameya xirvat Vecernji de got: “Dijberên nerme nîn in. Muxalefeta heyî ji cîhadîstên xwedî fikrên çewt ên cîhadê ne, pêk tê. Ev muxalefeta ku di heman demê de xwedî îdeolojiyên çewt e jî, diyalog û çareseriya aştîxwaz red dike û tenê terorê dihewîne.”

Esad desnîşan dike ku  ji ber ‘redkirina çareseriya aştiyane’ heta niha aştî pêk nehatiye û got: “Ev terorîstana nikarin muxalefetê bikin û çareseriyê pêk bînin.  Hikumeta Sûriyeyê, ji bo îspat bike ku muxalefeta heyî ji terorîstan pêk tê û heta dawî jî wê wisa bin, gotûbêjan dike.”

Başa dön tuşu