NûçeRojhilatanavinSûriye

Esed: Riya piştgiriya ji xelkê Helebê filitîna j têrorîstan e

Serokomarê Sûriyê li ser pêwsîtiya hewildanan ji bo jinavbirina herî zûtir a komên têrorîst li Helebê pêgirî kir.

Serokomarê Sûriyê li ser pêwsîtiya hewildanan ji bo jinavbirina herî zûtir a komên têrorîst li Helebê pêgirî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a xwendekarên Îranê nasyar bi ISNA`yê, serokomarê Sûriyê roja çarşemiyê, 19`ê Cotmeha 2016`an, li hevpeyivîna dgel kanala têlêvîziyoniya SRF1`a Swîsê, tevî diyarkiirna nigeraniya xwe ji rewşa qeyranî ya welatiyên sivîl ên sûrî li Helebê, got: Piştgiriya ji welatiyên sivîl li Helebê erka me ye û riya vê piştgiriyê qewitandina têrorîstan ji vî bajarî ye.

Esed destnîşan kir ku qanûna bingehîn a Sûriyê dewlet erkdar kiriye ku canê welatiyên sivîl biparêze û dewlet jî erka xwe cih tîne û tenê riya parastina welatiyên sivîl şerê dijî têrorîstan û derxistina wan ji Helebê ye û dewlet jî ti riyekê ji bilî viya nabîne.

Serokomarê Sûriyê bi bîr xist: Em çawa dikarin li halekî ku têrorîst li Helebê hene û zarokan dikujin pişta gelê vî bajarî bigirin; Eva tişteke xûya û zelal e ku divê em êrîşî ser têrorîstan bikin û pişta gelê vî bajarî bigirin.

Şerê artêşa Sûriyê dijî têrorîstan li Helebê di rewşekê da didome ku hemî aliyên siyasî li ser girîngiya stratejîk a çarenivîsa şêrr li vî bajarî li hevsengiyên qeyrana Sûriyê xwedan nêrînên hevpar in.

Sûriye ji meha Adara sala 2011`an va tûşî qeyrana ji ber hatina têrorîstên biyanî bo vî welatî ji riyên cûrbicûr bi taybet bi riya sînorên Tirkiyê û alîkariya vî welatî bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu