Eskerên Rejîma Siyonîst bi êrişa ser navçên curbicur ên kêleka rojava çemê Urdinê û Qudsê, bi dehan filistînînî girtin

Eskerên Rejîma Siyonîstî, êvara sêşemiyê û siba çarşemiyê êriş kirin ser bajarên Tûlkerem, Beyt Lehm, Ramullah û Qudsê û herîkêm 221 welatiyên filistînî girtin. Eskerên Rejîma Siyonîstî her wiha piştî lêgeriya mala Muhemed El-Qîq, nûçegihanê filistînî ku midehek berî niha hatibû girtinê, Fîha Şeleş hevjîna wî jibo jêpirsiyê vexwendin.
Eskerên Rejîma Siyonîstî hemî rojê bi êrişa ser filistîniyan, wan dişopînin û digrin.
Li gorî amarên grûpa mafên mirovan a El-Zemîr Filistînê, Zêdetir ji 7 hezar filistînî di zindanên Rejîma Siyonîstî de hatine hewskirin. Bi giranbûna cinyetên Rejîma Siyonîstî li dijî filistîniyan ji wan zarokan û her wiha destdirêjiya vê rejîmê ser navendên Îslamî û hewldana wê jibo parvekirina cih û demê mizgevta Eqsayê, filistîniyan li Cotmeha 2015`an li bersiva van cinayetan, întifaza Qudsê destpê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)