IraqNûçeRojhilatanavin

Fermana serokwezîrê Iraqê ji bo lêkolîna li bara tawana destdirêjiya ser welatiyan li Nêynewayê

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja duşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Damezirandina komîteya lêkolînê ji bo hilkolandina babetên destdirêjiya li ser welatiyan ji aliyê komên ku bi navê seferberiya gelanî (El Heşd El Şeibî) ev kar kriine, pêwîst e.

El Ebadî got: Hin kes li nav torên civakî li dû derbelêdana li rûyê rastîn ê hêzên qehreman in ku bi serketina xwe ewlehî û tenahî ji bo welatiyên iraqî pêk anîne û xiazmeta wan kirne.

Serokwezîrê Iraqê bal kişande ser pêwîstiya berçavgirtina mafên Mirovan û got: Berpirsên meydanî gere ku rola xwe li warê sekinîna li hemberî her kesekî ku li dû bêhurmetiya li hêzên ewlehiyê ye, pêk bînin.

Li vî halî, Semîr Dawûd El Muhsin efserê artêşa Iraqê got: Fermandariya opêrasiyona hevpar hin lêkolîn li bara raporên belêavbûyî li torên civakî ji wan babetên işkence û kuştina endamên DAIŞ`ê dest pê kiriye.

Li gorî vê raporê, efserên pilebilind li bara hûrgiliyên fîlma belavbûyî li nav torên civakî lêkolînan dikin.

çalakên torên civakî îniya buhurî fîlmek weşandin ku têda hinek ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê li kêleka erebeyên leşkerî sekinîne û 4 kesan ku tê gotin ji çeteyên DAIŞ`ê ne, piştî lêdan û pirandina li wan, bi gulleyê dikujin.

taxima dîplomatîk a Rêxsitina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê duşemiya buhurî ji dewleta Ebadî xwest ku li bara vê fîlma belavbûyî lêkolînê bike.

Hêjayî gotinê ye ku koma têrorîst a DAIŞ`ê ku ji aliyê hinek ji welatên rojavayî û hin welatên navçeyê bi taybet Erebistan û Tikriyê va dihat piştgirîkriin di berbanga 10`ê Hezîrana sala 2014`an da bajarê Mûsilê dagir kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu