AborîCîhanEwropaNûçe

Firansa li bara boykotên nû yên Emerîkayê li dijî xebitadina sermayê li Kûbayê hişyarî da

Wezîrê darayiyê yê Firansayê li bara boykotên nû yên Emerîkayê li dijî xebitadina sermayê li Kûbayê hişyarî da.

 Li gorî rapora Sputnik`ê, Brono Lo Mayer roja pêncşemiyê wek berteka li hember boykotên  nû yên Emerîkayê li dijî kûbayê got: Ger koşka Sipî bixweze boykotan li dijî xebitandina  sermayê li Kûbayê cih bîne , Yekitiya Ewrûpayê dê bertekê nîşan bide.

 Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê roja çarşemiyê di dewama hewldana vî welatî bona zexta ser xebitandina  sermaya  biyanî li Kûbayê raghand:Waşengton ji 2 Gulana 2019`an qedexetiya  heyî li dadgehên  emerîkî bona  şikata ji şîrketên biyanî yên hevkarê Kûbayê radike.

 Ev kiryara Waşengtonê  rastî bertekên  rayedarên  Yekitiya  Ewrûpayê, Kanada û Kûbayê hatiye.

 Bruksel û Otava bi weşandina  daxûyaniyeka hevpar, boykotên Emerîkayê  li dijî xebitandina sermayê li Kûbayê şermezar kirin û raghandin: Ev boykot binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî ne.

 Mîgêl Diyaz Kanêl, serokkomarê Kûbayê jî siyasetên Waşengtonê  li hember Hawanayê işkestxwarî dan zanîn.

Başa dön tuşu