NûçeRojhilatanavinYemen

Firokeyên şêrr ên Erebistanê sibeha îro 9 caran Sena dane ber bomban

Firokeyên erebistanî sibeha îro yekşemiyê neh caran navçeyên cûrbicûr ên parêzgeha Senaya Yemenê bi bombên cûrbicûr dane ber êrîşê.

Li gorî rapora kanala El Mesîreyê, firokeyên dijminê siûdî ji destpêka sibeha îro va heta vê gavê 9 caran navçeyên cûrbicûr ên parêzgeha Senayê ji wan El Hefa li bajarê El Sebeynê li rojhilata paytextê bi bombên cûrbicûr ku şiyana xwe ya teqîna zêde hene, kirin ber hedefê.

El Mesîreyê her viha got: Firokeyên Erebistanê du caran navçeya Neqem û pêgeha El Dêylemiyê li kolana firokexaneyê li bajarê Benî Harisê li bakûrê Senayê kirin hedef û ev bombarana bû sebeb ku ziyanên giran li mal û heyitiyên xelkê kevin.

El Mesîreyê di dewamê da ragihand: Firokeyên şêrr ên dijmin bi firrîna li esmanê nêzik li ser paytextê, dîwarê dengê şiakndin.

Nîvê şeva buhurî agirbesa 72 saetî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji 20`ê Cotmeha 2016`an va dest pê bûbû, bi dawî hat; Eger çi ku firokeyên şêrr ên rêjîma destdirêjker a siûdî di dema agirbesê da jî bajarên Yemenê didane ber bomban, lê tevî bidawîhatina wê êrîşên hovane li ser bajarên Yemenê dest pê bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu