EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Fransa pêgirî ser parastin û cihanîna Rêketinama Atomî ya digel Îranê kir

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian got: Bi dû biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê ku bû sedema heyf û mixabinîyê jibo e, Ewrûpayê biryar daye wê Rêektinameyê biparêze û cih bîne.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê di bersiva vê pirsê de ku “bi dû kiryara Amerîkayê ya xistina navê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî di lîsteya sazîyê têrorîst de û ligorî rola Sipahê di aborîya Îranê de karê şirketên fransî yên ku hez dikin ticareta digel Îranê bidomînin çawan e?“ got: Peywendîyên aborî yên Fransayê digel Îranê yê ligorî RÊketinama Atomî bidomin.

Dewleta Amerîkayê di 8`ê Nîsanê de di dewama kiryarên dijî Îranê û sîyaseta zexta ser hêzên ku bi têkoşîna dijî komên têrorîst, nehîştine Waşîngton di warê pêşdebirina armancên xwe li navçê de ser keve, navê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî xist lîsteya xwe ya sazîyên qaşo têrorîst.

Başa dön tuşu