IraqNûçeRojhilatanavin

Fûad Mesûm: Referandûm mafekî qanûnî ye, lê veqetandin ne qanûnî ye

Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm di axaftina xwe ya rojnameya El Hurrayê de ji bo lidarxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê got: “Hewldana referandûmê mafekî qanûnî tê hesibandin, lê veqetandina Kurdistanê ji Iraqê ne qanûnî ye. Di Destûra Bingehîn de xaleke ku referandûmê qedexe dike tuneye. Destûra Iraqê di cihan de behsa vê mijarê dike.”

Fûad Mesûm di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: “Karmendên ku li deriyên sînor û balafirxaneyan dixebitin dê meaşê xwe ji wezareta navendî ya Iraqê wergirin. Nabe ku Iraq ji kesên biyanî û cîranên xwe alîkariyê bixwaze ji bo ku welatiyên xwe yên hûndiro tehdîd bike û ev tiştekî şaş e.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu