CîhanEwropaNûçe

Gelê Koreya Başûr dijî seredana Trump a wî welatî derket

Hejmarek zêde ya gelê Koreya Başûr bi nîşana nerazîbûna himberî seredana Serokomarê Amerîkayê Donald Trump bo wî welatî daket kolanan.

Komên çalak ên sivîl û xwenîşanderan li Koreya Başûr di xwenîşandana xwe ya berfire li Seûl paytexta wî welatî da xwestin ku zextên Amerîkayê ser welatên din werin bidawîanînê.

Xwenîşanderan herwiha neyarîya xwe himberî seredana Serokomarê Amerîkayê bo Koreya Başûr ragihandin û pêgirî kirin ku ne mafê Amerîkayê ye ku Boreya Bakur boykot bike.
Serokomarên Amerîka û Koreya Başûr Trump û Moon Jae In îro piştî kutabûna civîna G20`ê li Osakaya Japonê, derbasî Koreya başûr bûn.

Yek ji planên Trump li Koreya Başûr seredana “devera sivîl a her du Koreyan“ li sînorê di navbera Koreya başûr û Koreya Bakur da ye.

Serokomarê Amerîkayê vê sibê li Japonê di peyameke bi rêya Twitterê da hêvî kir ku li sînorê di navbera her du Koreyan da, heta heke bo 2 xulekan jî be, bi Rêberê Koreya Bakur Kim Joong On re hevdîtinê pêk bîne.

Başa dön tuşu