ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevxemiya karbidestên cîhanê digel ziyandîtiyên Karesata Hilweşiyana Avahiya Plaskoya Têhranê

Parek din ji rayedar û kesayetiyên cîhanî bi şandina peyamên cida hevderdiya xwe digel kesên ziyandîtî ji ber hilweşyana Avahiya Plaskoya (Plasco) Têhranê ragihandin.

Li gorî rapora roja îniyê ya IRNA`yê, Sêrj Sirkîsiyan îro şemiyê bi şandina peyamekê bo Hesen Rûhanî serokomarê Îranê, ji ber mirina hejmarek ji welatiyên îranî li bûyera hilweşiyana Avahiya Plaskoyê li Têhranê sersaxî da.

Îro herwisa rojekê piştî peyama sersaxiya Nevaz Şerîf serokwezîrê Pakistanê bo dewlet û gelê Îranê, wezareta karên derve yê vî welatî jî bi şandina peyamekê bo serokomarê Îranê ji ber mirina hejmarek ji welatiyên Îranê li bûyera agirpêketin û hilweşiyana Avahiya Plaskoyê sersaxî da.

Wezareta karên derve yê Firansayê jî li peyamekê hevxemiya xwe digel kesên ziyandîtî li bûyera agirpêketin û hêwirîna Avahiya Plasco`ya Têhranê ragihandin.

Xalêd El-Qomî nûnerê bizava berxwedana Filistînê ya Hemasê li Têhranê jî  li peyamekê hevderdiya xwe digel gelê Îranê û malbatên goriyên karesata Avahiya Plaskoyê ragihand.

Sibeha roja pêncşemiyê ji ber bûyera agirpêketin û hilweşiyana Avahiya Plaskoyê li Kolana “Cumhuriya Îslamî“ ya Têhranê hejmarek ji welatî û hêzên vemirandina êgir canê xwe ji dest dan û birîndar bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu