IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Bicihbûna 20 hezar hêzên amerîkî li Nêynewayê derewê

Parlimanterekî Parêzgeha Nêynewayê li Parlimana Iraqê raporên têkildarî bicihbûna 20 hezar leşkerên amerîkî li vê parêzgehê û derxistina hêzên Heşdi Şeibî ji Nêynewayê derew zanîn.

Li gorî rapora malpera Bexdad Al Yewmê, Huneyn Qudo di daxûyanîyekê da ragihand: Li gorî hin raporan 20 hezar leşkerên amerîkî li şarê Mûsilê ser bi Parêzgeha Nêynewayê bi cih bûne û hêzên Heşdi Şeibî ji vê parêzgehê hatine derxistinê ku ew rapor û nûçe gişk derew in û armanca belavkirina wan jî birêxistina gêre û tirsê di navbera welatîyên iraqî li Mûsilê da ye.

Qudo ji Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî ku di eynî demî da Fermandeyê Giûk Hêzên Çekdar ên Iraqê ye xwest ku gelê vî welatî derbarê bicihbûna hêzên amerîkî li bakura Iraqê ûdeverên din ên vî welatî û armanca hebûna leşkerên amerîkî agahdar bike.

Wî pêgirî kir ku bêdengîya Bexdayê li hemberî gotegotên bi vî rengî dê bibe sedema alozbûna rewşa ewlehîyê û dilgiranî û xuşûşê di nav welatîyên iraqî da.

Başa dön tuşu