FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê: Komara îslamî ya Îranê, her tim alîgirê gelê mezlûm ê Filistînê bûye

Endamê nivîsgeha siyasî ya tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hamasê roja duşemiyê li Moskowayê bal kişand ser vê yekê ku Rûsiye dijberê plana emerîkî ya nasiyar bi danûstandina sedsalê ye û destnîşan kir, Rûsiye û Hamas dê nehêlin ev plana bi armanca vekirina bereya li dijî Îranê cih were.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Mûsa Ebûmezrûq her wiha diyar kir: Taxima Hamasê dê sefera çend welatên  din ji wan Îranê bike.

Komara îslamî ya Îranê, her tim alîgirê gelê mezlûm ê Filistînê bûye.

Mûsa Ebûmezrûq, bi taximeke  pilebilind   ji rêberên  tevgera berxwedana Îslamî ay Filistînê, Hamas, îro duşemiyê ji bo gotûbja tev  rayedarên Rûsiyê gihêşt Moskowayê.

Plana nû ya Amerîkayê bi navê “Danûstandina Sedsalê“ bi armanca wêdadayîna mijara Filsitînê, rewazanîna siyaseta  duberekiya  nijadî ya siyonîstan û bajaroksaziya vê rêjîmê li gorî pîvan û standardên Amerîkayê ye.

Li çarçoveya  plana Plana nû ya Amerîkayê bi navê “Danûstandina Sedsalê`, donald Trump serokkomarê Emerîkayê , 6 Kanûna 2017an  bajarê dagirbûyî yê Qudsê wek paytexta rejîma sexte ya Îsraîlê da nasandin û biryara xwe ya guhestina balyozxana Emerîkayê ji Tealvîvê bo Qudsê agahî da.

Dewleta Emerîkayê, duşemiyê 14 Gulana 2018`an  ev biryara cih anî.

Ev kiryara Emerîkayê bi awayekî berfireh ji aliyê civaka navneteweyî hat şermezarkirin.

Quds ji sala 1967`an  li dorêça Îsraîlê de ye.

Başa dön tuşu