ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Gotûbêja di navbera sûriyan, tenê rêçareya qeyrana Sûriyê ye

Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, rêçareya siyasî û gotûbêja sûrî- sûrî, tenê rêçareya çareseriya qeyrana Sûriyê da zanîn.

Elaedîn Brûcêrdî, serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya Meclisa Îranê, roja şemiyê, piştî hevdîtina bi Nebîh Bêrî, serokê Meclisa Libnanê li Bêyrûtê, destnîşan kir: Armanca Têhranê ji beşdariya li civîna vê dawiyê ya sêalî di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de li Moskoyê, baweriya bi siyaseta çareseriya qeyrana Sûriyê bi şêwaza sûrî- sûrî bû û her li ser vê bingehê, pêşwaziya ji lidarxistina civîna Asteneya paytexta Qezaqistanê jibo çareseriya qeyrana Sûriyê dike.

Brûcêrdî, li gotûbêja bi nûçegîhanan re, bal kişand ser vê yekê ku hevkariya di navbera Îran û Libnanê de dikare bandorê dayne ser çareseriya qeyrana Sûriyê û herwiha got, Mijara Sûriyê yek ji mêhwerên girîng ên hevdîtina bi serokê Meclisa Libnanê bû.

Di eynî demê de, Elaedîn Brûcêrdî, roja şemiyê bi Seyîd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê jî hevdîtin û gotûbêj pêk anî. Di vê hevdîtinê de bûyer û alûgorên herî dawîn ên siyasî yên Libanan û navçeyê hatin hilkolandin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu