EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja telefonî ya wezîrên karên dreve yên Çîn û Îranê

Vang Yî, wezîrê karên dreve yê Çînê îniyê şevê bi Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên dreve yê Komara Îslamî ya Îranê re telefonî gotûbêj kir.

 Li gorî rapora Fars newsê, Vang Yî li vê gotûbêja telefonî bal kişand ser vê yekê ku  welatê wî girîngiyê dide peywendiya bi Îranê re û got: Pikenê bi berçavgirtina dawîn alûgurên  navneteweyî, biryara xwe ji bo zêdekirina  asta peywendiyan bi Têhranê re daye.

Wezîrê karên derve yê Çînê her wiha  rêketina  navokî destkewteke giring li warê navneteweyî da zanîn ku çendalîxwazî û parastina  berjewendiyên  neteweyî yên  du welatan hevgav digre ber xwe.

Vang Yî di eynî demê de, dijberiya xwe li hember her cure yekalîxwazî û cihanîna boykotên  yekalî li dijî welatên din raghand.

Zerîf li vê gotûbêjatelefonî, alugurên têkildarî  rêketina navokî tev aliyê çînî hilkoland û ser rola kêrhatî ya Çînê jibo parastina wê teqez kir.

Trump serokkomarê Amerîka  heştê meha Gulana 2018` an  bi dubarekirina  tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî û vegeryana  boykotên  navokî li dijî Îranê di 3 heya 6 mehên din raghand.

Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekitiya Ewrûpayê jî wek aliyên rêketinnama navokî destnîşan kirin ku piştgiriyê didine vê havhatina navneteweyî.

Başa dön tuşu