AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Firotina zêde ji 8 milyar mêtrê kûp a gaza Îranê bo welatên cînar

Rêvebirê navça 8 a operasyona guhestina gaza Îranê got ku zêde ji 8 milyar û 500 milyon mêtrê kûp a gaza Îranê sala buhurî bo sê welatên cînar hatiye firotin.

Li gorî rapora SHANA News`ê,Yedullah Baybordî roja yekşemiyê got ku Îranê zêde ji 8 milyar mêtrê kûp gaz ji sînorê Bazirganê bo Tirkiyê, 366 milyon mêtrê kûp bo Ermenistanê û her wiha zêde ji 257 milyon mêtrê kûp bo Komara Azerbaycanê şandiye ku sercem reqema 8 milyar û 563 milyon mêtrê kûpê nîşan dide.

Yedullah Baybordî destnîşan kir ku navça 8 a opersyona guhestina gaza Îranê, par zêde zêde ji 25 milyar mêtrê kûp gaz bo mesrefa li malê, hêzgehan, pêşe û derfirotinê veguhestiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu