NûçeRojhilatanavin

Haaretz: Îsraîl li Sûriyê piştgiriya 7 grûbên çekdar dike

Rojnameya Haaretz a Rejîma Îsraîlê derheqê başûrê Sûriyê de raporteke mezin weşand û ragihand ku Îsraîl ji tirsa windakirina Çiyayê Golanê piştgiriya 7 grûbên çekdar ên dijberê Hikûmeta Sûriyê dike.

Rapora rojnameya Haaretzê ji aliyê rojnamevanê pispor ku heta niha gelek caran bi grûbên çekdar re hevpeyvîn kiriye û derbarê mijarê de analîz nivîsandine Alîrebat Chorkov ve hatiye amadekirin.

Alîrebat Chorkov di analîza xwe de got: “Em dibin şahid ku mudaxeleya Îsraîl di mehên dawî yên pêşveçûn û alûgorên başûrê Sûriyê de diguhere. Sedema vê jî serkeftinên artêşa Sûriyê yên vê dawî û hebûna Îranê ya li Sûriyê ye.”

Chorkov di analîza xwe de dibêje: “Piştî girtina odeyên operasyonê yên taybet ên Amerîkayê ku li Urdinê bûn, Îsraîlê piştgiriya gundên ku di bin kontrola grûbên çekdar de ne zêde kir û cara ewil li xwe mikur hat ku alîkariya çekdarên li dij Hikûmeta Sûriyê yên li gundê Golanê kiriye. Lê nexwest agahiyên alîkariya çekan bo gundiyan serast bike. Îsraîl bi vê alîkariya pere û çekan dixwaze rê li ber pêşveçûna artêşa Sûriyê ya Golanê bigre.”

Başa dön tuşu