ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Hisên Cabêrî-ensarî: Libnanê mideha çend dehsalîyên buhurî da karîye ku du mînakên serketî li warê berxwedana li hemberî dagirkerîya Rêjîma Siyûnîst

Serokê meclisa Libnanê li ser roka erênî ya Komara Islamî ya Îranê li pêkhatina destkevtên vê dawîyê li navçê sekinî û dewama rawêjkarîyên jibo nehîştina nakokîyan û çareserkirina qeyranên herêmê pêwîst zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Nebîh Berrî  şeva buhurî di hevdîtina digel Hisên Cabêrî-ensarî alîkarê beşa erebî û afrîqî ya wezareta karên derve ya Îranê li bajarê Beyrûtê bal kişand ser gotûbêjên di navbera alîyên libnanî ku di bin çavdêrîya wî da pêk hatin û ew mînakek tekane ji gotûbêja tayfe, mezheb û alîyên curbicur ên sîyasî û civakî l iasta navçê dan nasandinê û li ser serketina vê modêlê jibo çareserkirina qeyranên navçeyî sekinî.

Nebî Berrî û Hisên Cabêrî-ensarî di vê hevdîtinê da bal kişandin ser kûratîya peywendîyên Komara Islamî ya Îranê û Libnanê û li ser dewam û berfirekirina hevkarî û peywendîyên her du welatan sekinîn.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê di vê hevdîtinê da serketinên vê dawîyê yên rêvebirên Libnanê nemaze lihevkirina sîyasî ya vê dawîyê li vî welatî li wan pîroz kirin û ew lihevkirin hasila pêşketin û sûdwergirtina ji tecrubeyên demdirêj ên civaka Libnanê zanî.

Hisên Cabêrî-ensarî got: Libnanê mideha çend dehsalîyên buhurî da karîye ku du mînakên serketî li warê berxwedana li hemberî dagirkerîya Rêjîma Siyûnîst û jîyana bihevra ya civakî raber bike û lihevkirina vê dawîyê li warê bijartina serokkomar û serkwezîr û pêkanîna dewleta nû dikare bibe mînaka sêyem a di warê şêwaza nehîştina nakokîyan di navbera alîyên sîyasî û civakî li deverê.

Cabêrî-ensarî herwiha hêvî kir: Di rewşkê da ku qeyranên curbicur li herêmê hene, lihevkirina vê dawîyê ya alîyên libnanî dikare bilî bandora erênî li Libnanê, li navçê jî bandireke erênî hebe.

Cabêrî-ensarî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê roja pêncşemê jibo hevdîtina ligel rayedarên libnanî ji bajarê Şamê derbasî Bêyrûta paytexta Libnanê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu