EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Heiko Maas: Ti kes şêr naxwaze

Wezîrê karên derve yê Almanyayê bal kişand ser kêşeyên dawiyê yên navbera Îran û Amerîkayê û sefera xwe ya Îranê û got:Ti kes şêr naxwaze.

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas duh di rûpela xwe ya Twitterê de nivîsî: Li van rojên dawiyê bi cînarên Îranê re gelek axivtim, ji min re eşkera bû ku ti kes şêr naxwaze.

Wezîrê karên derve yê Almanyayê herwiha got: Welatê wî  li ser Peymana Navokî ya bi Îranê re sekiniye.

Wezîrê karên derve yê Almanyayê êvara yekşemê sefera Îranê kir û bi rayedarên îranî yên wek serokomar Hesen Ruhanî û wezîrê derve Muhemed Cewad Zerîf re gotûbêj kir. Maas berî sefera xwe ya Îranê serdana welatên Iraq, Urdin û Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Emaret) kiribû.

Berdevkê wezareta karên derve ya Almanyayê jî ragihand jku serdana Maas ya Tehranê parek ji sefera wî ya rojavayê Asyay6ê bû û wî di vê seferê de ser rola Îranê li devera bi gêre û kêşe ya rojavayê Asyayê û Peymana Navokî ya bi Îranê re gotûbêj kir.

Başa dön tuşu