IraqNûçeRojhilatanavin

Hejmara gorîyên xwenîşandanên li Iraqê giheşte 2 kuştî û 61 birîndarî

Berpirsekî wezareta karên hundur a Iraqê ragihand ku hejmara gorîyên xwenîşandanên li parêzgehên curbicur ên vî welatî giheşte 2 kuştî û 61 birîndarî.

Berpirsekî wezareta karên hundur a Iraqê li civîneke çapemenîyê got: 9 navend û meqerên partîyên siyasî ji wan ên Partîya Deiwe, Hikmeya Niştîmanî, Fezîle, Fetih û Esaib Ehli Heq ji alîyê xwenîşanderan ve hatin şewitandin.

Di vî halî de efserekî pilebilind ê wezreta karên hundur a Iraqê jî ragihand ku di encama xwenîşandanên li parêzgehên Besre, Mîsan, Zî Qar, Necef, Kerbela û Wasitê de 2 kes hatine kuştinê û 61 kes jî birîndar bûne ku 30 ji wan hêzên ewelhîyê yên Iraqê ne.

Li gorî gotina wî efserê iraqî, di encama xwenîşandana şeva buhurî de herîkêm 40 cadeyên sereke ji hêla xweînşanderan ve hatin girêdanê û xwenîşandan heta nîvê şevê berdewam bû û dem bi dem hejmara nerazîyan zêdetir dibû.

Başa dön tuşu