EwropaNûçe

Sînorên Belçîka û Hollanda diguhere

Belçîka û Hollanda ragihandin ku wan ji ber guherîna rêça çemê Mmasê biryar dan ku sînorên xwe ji nû ve diyar bikin û bo vê yekê peymanek amade kirine. Peymana guherîna sînor wê di sala 2018an de têkeve meriyetê.

Peymana guherîna sînoran piştî guherîna rêça çemê Mmas a bi destê mirovan hate rojevê. Sînorê di navbera Hollanda û Belçîkayê piştî serxwebûna Belçîkayê di sala 1930an de hatin diyarkirin û çemê Mmasê jî wekî sînor di navbera herdu welatan hate pejirandin. Lê di sala 1961ê de ji bo çêkirina rê rêça çem hate guhertin. Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê  Didier Reynders bo ji nûvediyarkirina sînorên Belçîka û Hollandayê wan li hev kirye. Li gorî peymanê wê Belçîka 2 erdên bi qasî 16 hektar bide Hollanda û wê erdek bi qasî 3 hektaran jî bistîne.

Piştî vê yekê jî beşekê xaka Belçîkayê ma di nav sînorên Hollandeyê de. Lewma jî Belçîka ew herêma bi qasî 16 hektaran da Hollandayê û li hember wê jî hin cihên din wergirt. Peymana guherîna sînoran wê sala 2018an de têkeve meriyetê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu