ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hejmareke kirêgirtiyên Siûdî li sînorên Yemenê hatine kuştin

Hejmareka çekdar û kirêgirtiyên Siûdî ji ber êrîşa topxaneya Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê li ser deverên sînorî yên Cîzan û Esîrê li başûrê Erebistanê hatin kuştin.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya El Mesîreyê, Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê çekdarên Siûdî û kirêgirtiyên wan li navçeya El Meşriq û Cebel Qeysê li Cîzana Erebistanê dane ber êrîşê.

Li navçeya Esîrê jî yekîneya topxaneya Artêşa Yemenê kombûna kirêgirtiyên siûdî li ber derbasgeha sînorî ya Elebê û navçeya rebûe û rojavaya navçeya Mecazeyê dane ber êrîşê ku di encamê da hejmareka kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin.

Li vî halî, ji ber êrîşên mûşekî û topxaneyî yên roja Çarşemiyê ya Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê li El Saqiye û Hezmê li parêzgeha Cufê li abkurê Yemenê, hejmareka destdirêjkerên Siûdî hatin kuştin.

Rêjîma Siûdî û hevpeymanê wê piştî çar salan kuştina bi hezaran welatiyên sivîl û wêrankirina binavahiyên Yemenê, ji ber berxwedana gelê vî welatî nekarîn tu yek ji armancên xwe bi dest bixin.

Başa dön tuşu