ÎranNûçeRojhilatanavin

Her cûre tawana destwerdana Îranê li karên Libnanê nerewa û nedurust e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her cûre tawana destwerdana Komara Îslamî ya Îranê li karên navxweyî yên welatên erebî bi taybet Libnanê nerewa û nedurust da zanîn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî li bersiva pirsekê li ser helwêstên dijî Îranê yên vê dawiyê ji aliyê Seid Herîrîyê serokwezîrê Libnanê û îdiaya wî ya destwerdana Îranê li karên navxweyî yên wî welatî, got: “Pêwendiyên Îran û Libnanê li ser bingeha rêzgirtina li gelê vî welatî û siyasetinan e ku gel û dewleta Libnanê digirin ber xwe“.

Qasimî her wiha got: “Îranê destê xwe li karên navxweyî yên welatên din bi taybet Libnanê wernedaye û dê wernede jî û ev ji xalên siyasetan derveyî ya Komara Îslamî ya Îranê ye“.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: “Eger çi ku Libnan welatekî biçûk e; Lê xwedan miletekî mezin û dewleteka qanûnî, parliman, partî û tayfeyên cûrbicûr e ku vî welatî di riyeka durust da rênimûnî dikin“.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: “Dijberên gelên navçeyê û gelê Libnanê û Komara Îslamî ya Îranê hewil didin bi tawanên bêbingeh riya aramî û ewlehiya navçe û cîhanê bixin bin bandorê“.

Başa dön tuşu