EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Afganistan êrîşek pêkhat: 14 kes hatin kuştin

Tevgera Talîban li parêzgeha Hêrt êrîşî navendeke artêşa Afganistanê kirin, di encam de 14 kes hatin kuştin.

Berdevkê parêzgeha Hêrt Xîlanî Ferhand ji kenala TOLO News re ragehand ku, êrîş di derengiya şeva borî pêkhat, di encam de 14 kes hatin kuştin.

Herwiha da zanîn ku, di wê êrîşê de jî 20 leşkerên Artêşa Afganistanê ji aliyê tevgera Talîban ve hatin revandin.

Başa dön tuşu