NûçeRojhilatanavinYemen

Heşt çekdarên siûdî li şer û pevçûna bi hêzên yemenî ra hatin kuştin

Heşt çekdarên Rêjîma Siûdî roja Yekşemiyê li şer û pevçûna bi hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li sînorê başûrê Erebistanê hatin kuştin.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Firokeya bêfirokevan a artêşa Yemenê jî Êvara Yekşemiyê baregehên kirêgirtiyên siûdî li başûrê Erebistanê dan ber êrîşê.

Yekîneya mûşekî ya artêşa Yemenê jî bi mûşekekê  baregehên leşkerî yên siûdiyan li Cîzana başûrê Erebistanê da ber êrîşê.

Heta niha tu raporek li bara hejmara goriyên hitmalî yên van êrîşên mûşekî û hewayî nehatiye weşandin.

Artêşa Yemenê di dewama serketinên xwe li hemberî kirêgirtiyên siûdî da, roja Yekşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku di meha pêş da anku Tebaxa 2018an, 674 kes ji destdirêjkerên siûdî kuştine an birîndar kirine.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.

Başa dön tuşu