IraqNûçeRojhilatanavin

Heta naha 23 taxên bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê hatine rizgar kirin

Li gor şaneya ragehandina şer a wezareta berevaniya Iraqê, ji destpêka operasyona azadkirina Mûsilê ve heta naha, li rojhilatê Mûsilê 23 tax bi temamî ji destê çekdarên DAIŞê hatine rizgar kirin.

Şaneya ragehandina şer a Iraqê, ji çapemeniya Iraqê de daxuyaniyek belav kir û amaje bi vê yekê kir ku heta naha hejmara taxên ku hatine kontrol kirin bi temamî geheştiye 23 taxan û naha pirojeya paqijkirina ji mayîn û bombeyên hatî çandin û paşmayên teqemeniyan tê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu