ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina alîkarên wezîrên karên derve yên Îran û Iraqê

Li gor rapora IRNA, alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdilahiyan li hevdîtina alîkarê wezîrê karên derve yê Iraqê li karûbarên siyasî Nizar Xeyrullah li Tehranê de bal kişand ser pêwendiyên taybet ên du welatan û xwest ku ev pêwendiyana li gişt waran berfire û zêde bibin.

Nizar Xeyrullah ser vexwendina Husên Emîr-Ebdilahiyan sefera Tehranê kiriye ji bo birêxistina rûniştina yekim a lijneya hevpar a siyasî ya du welatan .

Li vê rûniştin û hevdîtinê de guhertinên herî dawiyê li warê pêwendiyên du welatan, mesele û pirsgirêkêm navçê û yên navneteweyî û pêvajoya şerê li dij terorîzmê hatin hilkolandin.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li vê hevdîtinê de herwiha serkevtinên vê dawiyê yên artêş û hêzên gelanî yên Iraqê li hemberî terorîzmê bi taytbetî li Felûçe li dewlet û gelê Iraqê pîroz kir û li ser piştgiriya cidî ya Îranê ji Iraqê sekinî.

Wezîrê karên derve yê Iraqê jî li vê hevdîtinê de qedrzaniya piştgiriyên giştalî yên Îranê ji Iraqê kir bi taybet alîkariya Îranê bo Iraqê li dij terorîzmê pir hêja û bi nirx da zanîn û birêxistina rûniştina yekim a lijneya hevpar a siyasî ya du welatan gaveke girîng ji bo berfirebûna hevkariyên du welatan li gişt mijaran nirxand û amadsetiya welatê xwe ji bo zêde û qahêmkirina van hevkariyan diyar kir.

Nizar Xeyrullah bal kişand ser rola girîng a pêwendiyên du welatan li damezirandin û parastina îstiqrar û ewlekariyê li navçê de girîng da zanîn û xwest ku hevdîti û hevpeyvîna rayedarên du welatan ser mesele û mijarên wiha berdewam bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu