IraqNûçeRojhilatanavin

Serkirdeyê DAIŞê  Ebû Hemzeyê Kurdî hat girtin

Jêderekî agehdar ji dadgeha Iraqê ragehand ku, îtirafên serkirdeykî mezin ê DAIŞê ku, weke waliyê Kerkûkê dihat naskirin  ji aliyê dadgehê ve hatin tomar kirin.

Jêderekî ji dadgeha Kerix ya ku,  taybet bi doseyên terorê ye ragehand , serkirdeyê DAIŞê  Ebû Hemzeyê Kurdî  li xwe mukir hat ku, ew berpirsê çendîn kiryarên terorîstî bû û posta waliyê bakurê Bexda wergirtibû berî ku, bibe waliyê Kerkûkê.

Herwiha Encûmena bilind a Dadwerî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragehand ku, kiryara herî diyar a Ebû Hemzeyê Kurdî, tohmetbariya wî ya dîlgirtina 21 efser û pêşmerge ye û piştî wê  kişandina wêneyên wan ên bi cilên pirtaqalî  li Mûsilê bi otombîlekê gerandine.

Herwiha  encûmena bilind a dadwerî ya Iraqê amaje bi wê yekê kir ku, îtirafên wî terorîstî hatin tomar kirin û dê li gor yasayê were ceza kirin.

Başa dön tuşu