ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina nûnerê hertimî yê Îranê li NY digel cîgirê serokê giştî yê vê saziyê

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li hevdîtina digel cîgirê serokê giştî yê vê saziyê xwest ku NY kiryarên lezgîn ji bo dabînkirina şert û mercên şandina alîkariyên insandostiyê ji aliyê Îranê va bo Yemenê pêk bîne.

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li hevdîtina digel cîgirê serokê giştî yê vê saziyê xwest ku NY kiryarên lezgîn ji bo dabînkirina şert û mercên şandina alîkariyên insandostiyê ji aliyê Îranê va bo Yemenê pêk bîne.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, li pey êrîşa hewayiya vê dawiyê li ser kombûna şîngêriyê li Senaya paytexta Yemenê ku di encamê da bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûn her viha li pey ragihandina amadetiya Komara Îslamî ya Îranê ji bo veguhestina birîndarên vê bûyerê bo Têhranê, Stêfan Obrayan cîgirê serokê giştî yê NY li karên insandostiyê roja duşemiyê bi mebetsa şopandina vê meselê digel Xulamelî Xweşrû balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li NY gotûbêj kir.

Xweşrû li vê hevdîtinê amaje bi rewşa xerab a gellek ji birîndarên êrîşên roja şemiyê ya destdirêjkerên rêjîma Siûdiyê li Yemenê û ziyan û wêraniyên befireh yên pêkhatî ji ber vê êrîşê kir û li ser pêkanîna kiryarên pêwîst di dema herî lez da pêgirî kir.

Ji aliyê din va, berdevkê NY roja duşemiyê ragihand ku berpirsên vê saziyê dixwazin ku şandina alîkariyên insandostiyê bo Yemenê bêyî berbendê pêk were û şert û merc ji bo dermankirin an veguhestina birîndaran bo deveyî vî welatî werin dabînkirin, lê mixabin vê gavê ev şert û merc tunînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu