EfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Sekreterê Giştî yê OPEC`ê bi serokomarê Îranê re

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran ji her pêngavrekê li gor dad, însaf û para adilane ya welatên endamên OPEC`ê bona biserûberkirina bihaya niftê li bazara cîhanî were rakirin piştgiriyê dike.

Li gor rapora IRNA, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî duh li hevdîtina Sekreterê Giştî yê OPEC`ê Muhemed Barkîndo li Tehranê got: Li rewşa neadilane ya bazar û bihaya niftê gişt welatên niftfiroş û heta yên bikirê niftê jî ziyanê didin .

Ruhanî anî ziman ku kêmbûna bihaya niftê û bê serûberiya bazara niftê ne tenê ser zirar û ziyana welatên endamên OPEC`ê ye belkî bi hedefên mezin ên hawêrdor û jîngehê re li cîhanê jî cur nayê û hêvîdariya xwe diyar kir ku bi tevdîr û hevahengî û hevkariya gişt welatên endamên OPEC`ê  bazara niftê û bihaya wê bigihêje rewşeke bi îstiqrar û adilane.

Sekreterê Giştî yê OPEC`ê Muhemed Barkîndo qedirzaniya zehmetî û xebatên Îranê û piştgiriya wê  ji bo serxwebûn û bihêzbûna OPEC`ê kir û  hevahengî û hevkariya gişt welatên niftfiroş ji bo jiholêrabina pirsgirêkên ser riya bazara niftê û bihaya wê pêwîst da zanîn.

Sekreterê Giştî yê OPEC`ê herwiha pesna guhertinên berbiçav ên Îranê li warê enerjiyê da û got: Bidestxistina pêşketinên mezin û berbiçav û rakirina gavên mezin ji aliyê Îranê ve li beşên curbicur ên aborî, bi taybetî li pêşeya nift û gazê tevî hebûna astengiyên curbicur, deskevtên mezin û girîng tên hesabê  ku li demeke kurt piştî rabûna boykotan ew ketine dest. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu