NûçeRojhilatanavin

Hêzên Alê Xelîfe bi gazên jehrê êrîşî xwenîşanderan kirin

Hevdem digel boykotên berfireh ên gelanî û navneteweyî li dijî hilbijartina fermayîşî ya Alê Xelîfeyê, hêzên kirêgirtî yên ser bi Rêjîma Behrêynê bi êrîşa li ser xwenîşandana gelanî ku bi nîşana piştevaniya ji boykotkirina hilbijartinê hat lidarxistin, gazên ro0ndikrêj û jehrî bi kar anîn.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê ji zarê çavkaniyên nûçeyan ên dijberêîn behrêynî, Kirêgirtiyên rêjîmê bi taybet li taxa Meamîrê li başûrê Menameyê piştî serneketin ali warê berbelavkirina xwenîşanderan gazên jehrî bi kar anîn. Van çavkaniyan tu amajeyek bi goriyên vê êrîşa hovane nekirin.

Rêjîma Behrêynê li halekî hilbijartina Parlimanê û Şaredariyan dest pê kiriye ku azadbûna wê ji ber serkutkirina gel, girtina pêşiya hebûna tevgerên dijber û boykotkirina wê ji aliyê dijberan va, ketiye bin pirsê û rêxistinên çalak li warê Mafên Mirovan ew wek hilbijartineka fermayîşî ku ji aliyê kêmîneya serdest va tê lidarxistin, bi nav kirine.

Xwenîşanderên Behrêynî îro anku Şemiyê hevdem digel lidarxistina hilbijartina Parliman û Şaredariyan bi amadebûna li nav kolanan bi piştevaniya ji Kempeyna “Tomara Gelanî” li dijî lidarxistina vê hilbijartine derketine û ji karê zana, çalakên siyasî û partiyên siyasî yên vî welatî yê boykotkirina wê piştgirî kirin.

Gel bi lidarxistina kempeyna neteweyî ya “Tomara Gelanî” ji bo hilbijartina Meclisa Damezirîneran û amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ya Behrêynê, li dijî biryarên Rêjîmê derketin.

Başa dön tuşu