IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên asayişa Kerkûkê li bajarokê Daqûqê çekdarên DAIŞê bindest kirin

Berdevkê asayişa Kerkûkê Ferhad Heme Elî got, hêzên me duhî li Daqûqê bandek girtin ku ji 3 kesan pêk hatibûn û karê wan derbaskirina çekdarên DAIŞê û mirovan wan çekdaran bo nav Kerkûkê bû.

Ferhad Heme Elî her wiha got, wan kesan çekdarên DAIŞê yan jî malbatên çekdaran ji bajarokê Hewîcê derbasî nav Kerkûkê dikirin û li hember wê jî dirav distandin.

Wî efserê asayişê da zanîn ku wan tohmetbaran ew kar bi qaçaxî dikirin û got, ew kesên ku me giritne yek turkmen e yên din jî ereb in.

Berdevkê asayişa Kerkûkê anî ziman ku sûcê herî dawî yê ku wan kesan ew bû ku jinek di bin kursiya otomobîlê de veşartibûn û dixwastin derbasî Kerkûkê bikin. Ew jin û şofêrê otomobîlê jî hatin girtin.

Ferhad Heme Elî ragihand ku ew jin sê salan li Hewîcê çekdara DAIŞê bûye, niha jî kurekî wê di nav DAIŞê de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu