CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Hêzên “Dewleta Hevhatina Neteweyî ya Lîbyayê” kontrola beşa sereke ya balafirgeha Terablosê xistiye destê xwe

Li gor IRNAyê, Çavkaniyên leşkerî yên ser bi “Dewleta Hevhatina Neteweyî ya Lîbyayê” diyar kir ku hêzên vê hevhatinê duh operasiyona xwe ji sê aliyan ve ser balafirgeha Terablosê dan despêkirin û karîn kontrola beşa sereke ya balafirgehê bêxin destê xwe.

Ji bar ku gişt deverên derdora balafirgeha Terablosê ketiye destê hêzên “Dewleta Hevhatina Neteweyî ya Lîbyayê” hêzên Xelîfe Hefter li wê navçeyê niha ketine nav dorpêçiya tam a hêzên “Dewleta Hevhatina Neteweyî ya Lîbyayê”.

General Xelîfe Hefter fermandeyê hêzên bi navê “Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê” 4Sibatê piştî sefera xwe ya Riyazê û gotûbêja bi rayedarên Siûdî re, êrişa ser Terablosê paytexta Lîbyayê ku li destê  “Dewleta Hevhatina Neteweyî ya Lîbyayê” da despêkirin. Di encama vê êrişê de heya niha zêde ji 220 kes hatine kuştin ku 18 ji wan xelkê sivîl in û zêde ji hezar kes birîndar û zêde ji 19 hezar kes jî aware bûn. 

Başa dön tuşu